Serokê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Hewlêr-KDP : Êvara îro pênçşemê 14.05.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdanekê digihîje Bexdayê.
Serdana Serok Nêçîrvan Barzanî bi mebesta beşdarbûna di rûniştina Encûmena Nûneran a Iraqê de ye ji bo dayîna baweriyê bi kabîneya wezarî ya birêz Elî Falih Zeydî.




