Mesrûr Barzanî û Yaşar Guler tekezî li ser bidawîanîna aloziyên navçeyê dikin

Stenbol-KDP.info : îro Şemiyê (9ê Gulana 2026an), Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li bajarê Stenbolê bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re civiya.
di civînê de guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha her du aliyan tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê û bidawîanîna alozî û girjiyên li navçeyê kirin.




