Naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Recep Tayyip Erdogan

Stenbol-KDP.info : îro Şemiyê (9ê Gulana 2026an) Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya ji bo Tirkiyeyê de, li Koşka Dolmabahçeyê ya Stenbolê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Di civînê de ku wezîrên Derve, Enerjî û Berevaniyê û herwiha Berpirsê Dezgeha Hewalgiriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) amade bûn, her du aliyan tekezî li ser giringiya xurtkirina peywendî û hevahengiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de di warên cuda de kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser rola Serokkomar Erdogan û Tirkiyeyê di parastina aştî û aramiya navçeyê de û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo geşepêdana zêdetir a hevkariyên dualî nû kir.
Ji aliyê xwe ve, Recep Tayyip Erdogan pesnê rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ku wekî "faktorekî giring ê aştî û aramiya navçeyê" têne naskirin. Her du alî li ser bidawîkirina alozî û nakokiyên navçeyê bi rêya diyalogê hevnêrîn bûn.




