Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî diçe Îmaratê

Hewlêr-KDP.info : Îro Çarşemê 2026/4/29, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî ber bi Ebûzebî ya paytexta Îmaratê ve bi rê dikeve.
Di serdana xwe de, ew ê bi birêz Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan, Serokê Îmaratê re, peywendî û harîkariya hevbeş ya Îmaratê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re, tevî pêşhatên herî dawî yên navçeyê gotûbêj bikin.




