9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Elî Zeydî dike

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info:  îro (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê , Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "X"ê ragihand ku, ew bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê raspardî yê Iraqê Elî Zeydî axiftiye.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye: "Me pîrozbahî li Elî Zeydî kir, ji ber raspardina wî ji bo posta Serokwezîrê Federal; me hêviya serkeftinê di erkê wî yê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal de ji wî re xwest."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez li ser giringiya pabendbûna bi destûrê kir û ragihand: "Me piştgiriya xwe ji bo çareserkirina hemî arêşeyan li ser bingeha destûrê nîşan da."

Nûçeyên têkildar