Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Elî Zeydî dike

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya "X"ê pîrozbahî li Elî Zeydî kir, ku ji bo posta Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê hatiye berbijarkirin û raspardin.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Em pîrozbahiyê li birayê rêzdar Elî Zeydî dikin, ji ber berbijarkirin û erkdarkirina wî ji bo posta Serokê Encûmena Wezîran. Ez hêviya serkeftinê di erkê wî yê pêkanîna hikûmeteke niştimanî ya giştgir de ji bo wî dixwazim."




