9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Serok Barzanî di salvegera bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info : Serok Mesûd Barzanî di salvegera 52ê ya bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de peyamek belav kir û tê de ragihand: “Ew karesata dilşweat tawneke din bû ji rêzetawanên din ên wê rejîmê li dijî gelê me.”

Naveroka Peyama Serok Barzanî:

Bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê li roja 24ê Nîsana 1974ê de, ku bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi sedan welatiyên bêguneh, nîşaneke zelal a siyaseta şovenî û hovîtiya rejîma berê ya Iraqê li dijî welatiyên sivîl ên Kurdistanê bû. Ew karesata dilşweat tawneke din bû ji rêzetawanên din ên wê rejîmê li dijî gelê me.

Di salvegera wê tawana mezin de, em silavan ji bo şehîdên wê karesatê û hemî şehîdên Kurdistanê dişînin.

Nûçeyên têkildar