9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Serok Barzanî ji bo Roja Rojnamegerîya Kurdî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir û ev roj li hemû rojnameger û medyakaran pîroz kir.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi boneya Roja Rojnamegerîya Kurdî û salvegera sed û bîst û heştemîn a salvegera derketina yekemîn rojnameya (Kurdistan) ji alîyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve, ku herwiha hevdemê salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye, pîrozbahîyeke germ li rojnamevan û medyakarên Kurdistanê û endamên Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dikim.

Di vê bîranînê de, hêvîya serkeftinê ji hemû rojnamevan û medyakarên hêja yên Kurdistanê re dixwazim û piştgirîya erka girîng û rola rojnamevanên Kurdistanê dikim ji bo parastina doza rewa ya gelê me û kûrtirkirina çanda aştîxwazî û bihevrejîyanê û herwiha parastina nirxên bilind yên civaka Kurdistanê.

Mesûd Barzanî
22ê Nîsana 2026

Nûçeyên têkildar