9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê û Tom Barrack peywendiyên Hewlêr û Waşintonê nîqaş kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Di çarçoveya Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack civiya. Di vê civînê de jî, paşeroja peywendiyên Bexda û Hewlêr bi Waşintonê re û xetera şerê herêmî li ser Iraqê hatin nîqaş kirin.

Di wê civînê de, her du aliyan paşeroja peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Amerîkayê re, pêşveçûnên dawiyê yên rewşa Sûriyeyê û rewşa Kurdan li wî welatî nîqaş kirin, herwesa dîtin û nerînên xwe li ser pêşveçûnên Rojhilata Navîn û encamên şer li ser ewlehiya deverê li hev guhertin.

Amaje bi wê yekê jî da ku, her du aliyan bal kişand ser bandora şer li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, herwesa tekez li ser girîngiya hevahengî û karkirina berdewam ji bo çespandina aştiyê û parastina aramî û tenahiyê li deverê kir.

Nûçeyên têkildar