9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê sersala Êzidiyan pîroz dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got, “Ez hêvî dikim ev sersal bibe destpêka saleke tijî serkeftin û aramî.”

Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Cejna sersala Êzidiyan li hemû xuşk û bira û welatiyên me yên Êzidî li Kurdistanê, Iraqê û li her dera cîhanê bin, bi germî û ji dil pîroz dikim. Hêviya cejneke aram û pir xweşî ji wan hemûyan re dixwazim, hêvîdar im ev sersal bibe destpêka saleke tije serkeftin û tenahî.

Di vê helkeftinê de, em careke din xuşk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku wek hertim Herêma Kurdistanê dê welatê pêkvejiyan, lêborîn û hevqebûlkirinê ji hemû pêkhateyan re bimîne. Herwiha emê her bimînin piştevan û parêzerên maf û daxwazên wan yên rewa.
Sersala hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.

 


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.04.2026

 
 
 
 

Nûçeyên têkildar