9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Serok Barzanî ji bo hilbijartina Patrîkê nû yê Dêra Kildanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info : Serok Mesûd Barzanî bi boneya hilbijartina Patriyarkê nû yê Dêra Kildanî li cîhanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û piştgiriya xwe ji bo mafên Krîstiyanan dubare kir.

Naveroka Peyama Serok Barzanî:


Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi boneya hilbijartina Patrîkê nû yê Dêra Kildanî li cîhanê, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî Patrîk Mar Paulosê Sêyem Nona û hemû bawermendên Dêra Keldanî li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya serkeftinê jê re dixwazim. Hêvîdar im ev hilbijartin bibe sedema kûrtirbûna ruhê hevrejiyan û lêborîna di navbera pêkhateyên Iraq û Kurdistanê de.

Herwiha, bi vê boneya pîroz, em careke din piştgiriya xwe ji bo maf û daxwazên xûşk û birayên Krîstiyan û hemû pêkhateyên din ên olî yên Iraq û Kurdistanê dûbare dikin. Û bi piştrastiyê ve Kurdistan, wek herdem, parêzvanê çanda hevrejiyan, birayetî û yekîtiya di navbera hemû pêkhatan dimîne.

Mesûd Barzanî
13ê Nîsana 2026

Nûçeyên têkildar