9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info : îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert kir.

Di wê hevdîtinê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê û bizavên rûbirûbûna êrîş û xeteriyên li ser Kurdistanê û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê hatin nîqaşkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasî û rêz û hurmetên  Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û hevkariya Hêzên Hevpeymanan tekez kirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê tekez li ser berdewambûna piştgiriyê ji bo Pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê ji bo parastina ewlehî û tenahiyê û rûbirûbûna qebxwaziyan kir.

Nûçeyên têkildar