9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyamek ji Serok Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info : îro 7ê Nîsanê , Serok Barzanî peyamek belav kir û tê de êrişa li ser gundê Zergezewî wekî "neheqî û zulm" pênase kir.

Naveroka Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Şeva borî dîsa êrîşeke neheq li ser Herêma Kurdistanê hate kirin û mixabin di encamê de du welatiyên bêguneh li gundê Zergezewî yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ji ber dronek Îranî şehîd bûn. Ew sînorê herî bilind ê tawanbarî û zilmê ye; welatiyên bêguneh ên Kurdistanê bi vî awayî û bêyî ti hincetekê, dibin armanca kîneke korane.

Şehîdbûna wan her du welatiyên bêguneh dilê me hemûyan bi êş û xeman dagirt. Sersaxî û hevxemiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên van her du şehîdan dikim. Xwedayê mezin wan bi bihuşta xwe ya fireh şad bike.

Şehîdkirina welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê ti mêrxasî û serbilindî tê de nîne. Îradeya gelê Kurdistanê ji hemû êrîş û bombebaran û dronan xurttir e û qet nayê şikandin. Gelê Kurdistanê pişta xwe bi Xwedê û rewatiya doza xwe xurt kiriye.

Mesûd Barzanî
7ê Nîsana 2026

Nûçeyên têkildar