9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Pîrozbahiyê ya Serok Barzanî bi Boneya Cejnên Ekîto

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî hatina cejnên Akîtoyê li xwişk û birayên Kildanî, Siryanî û Aşûrî yên li Kurdistan, Iraq û seranserê cîhanê pîroz dike.

Naveroka Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi boneya hatina Cejnên Ekîto, pîrozbahiyeke germ li hemû xûşk û birayên Kildanî, Siryanî û Aşûrî yên li Kurdistan, Iraq û seranserê cîhanê dikim û hêviya xweşî û bextewariyê ji wan re dixwazim.

Di vê helkeftê de, hêvî dikim ku şer û alozî ji herêma me dûr be û aştî, xêr û xweşî li seranserê cîhanê serdest be.

Mesûd Barzanî

1ê Nîsana 2026

Nûçeyên têkildar