9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê, Nameyek ji Şahê Urdunê Wergirt

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Îro Yekşem, 29.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, nameyek ji hêja Şah Ebdullahê Duyemê kurê Husên, Şahê Keyaniya Urdunê ya Haşimî wergirt.

Di nameya xwe de, Şahê Urdunê sersaxî û hevxemîya xwe û ya Keyaniya Urdunê pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî û malbat û kesûkarên şehîdên êrîşa dronê ya 24ê vê mehê ya li ser Soran kir û hêvîya bi lez başbûnê ji bo birîndaran xwest.

Hêja Şahê Urdunê herwiha êrîşa dronê ya ku doh mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Dihokê kiribû armanc, bi tundî şermezar kir, û tekez li ser piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û parastina asayîş û ewlehiya Iraqê kir.

Nûçeyên têkildar