9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Leyla Zana sersaxî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info : Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, ji ber şehîdbûna 6 Pêşmergeyan di êrîşa mûşekî ya Îranê de, peyameke hevxemî û sersaxiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand.

îro 26ê Adarê ,Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, parlamentera berê ya Tirkiyeyê û kesayetiya niştimanperwer a Kurd Leyla Zana, ji ber şehîdbûna 6 pêşmergeyan û birîndarbûna 30 pêşmergeyên din di êrîşa dawî ya Îranê de, peyameke sersaxiyê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re şandiye.

Leyla Zana di peyama xwe de wiha got: "Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya şehîdbûna 6 Pêşmergeyên qehreman û birîndarbûna 30 Pêşmergeyên din bihîst. Ev ne tenê ji bo malbatên wan, lê ji bo hemû gelê me xemeke mezin e. Ez sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî malbatên wan, cenabê we û hemû Pêşmergeyan dikim; ji bo birîndaran jî daxwaza başbûna lezgîn dikim. Bîranîna wan dê di dilê gelê me de her bijî û rêya wan dê berdewam be."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di bersiva peyamê de, spasiya Leyla Zana kir û ji bo hevxemiya wê spasiya xwe nîşan dan.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de tekez kir û got: "Şehîdên me dê her tim di dilê gelê Kurdistanê de zindî bimînin. Rê û rêbaza wan dê berdewam be û serkeftin her bo gelê Kurdistanê ye."

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar