9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama nû ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê pêşmergeyên şehîd

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî ku tevlî behiya her şeş Pêşmergeyên şehîdbûyî bû, konferanseka rojnamevanî li dar xist û tê de sersaxî ji malbatên şehîdan, Serok Barzanî û hemî xelkê Kurdistanê re xwest û ji birîndaran re jî hêviya çarebûneke bilez kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, "Ev şehîdên xedir û xiyanetê ne û ev êrîşa li ser Pêşmergeyan bê sedem hatiye kirin".

Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Bi saya xwîna van şehîdan, em li welatê xwe bi serbilindî dijîn û Kurdistana me jî ji ber xwîna şehîdên me biqîmet e. Çawa ku xwîna şehîdan tu demekê bê biha neçûye, vê carê jî dê her wesa be”.

Nûçeyên têkildar