Serokê Herêma Kurdistanê: Em nabin pişkek ji şerî

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Adarê li Soranê , Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma sersaxiyê ya wan 6 Pêşmergeyan bû ku di êrîşa mûşekî ya Îranê de şehîd bûbûn.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de êrîşa mûşekî ya balîstîk bi tundî şermezar kir û aşkere kir, wan ligel berpirsên Komara Îslamî ya Îranê derbarê bûyerê de gotûbêj kirine. Nêçîrvan Barzanî got: "Îran li ser vê êrîşê lêkolînê dike û qebûl kiriye ku bi şaşî êrîşî baregehên Pêşmerge kiriye. Niha em li benda bersiva dawî ya Îranê ne."
Serokê Herêma Kurdistanê helwesta Hewlêrê ya derbarê aloziyên herêmî de careke din tekez kir: "Herêma Kurdistanê her dem faktora aramî û îstîkrarê ye. Em ti carî nabin metirsî li ser welatên cîran û bi ti awayî nabin beşek ji vî şerî."
Nêçîrvan Barzanî peyamek arasteyî Hikûmeta Federal a Iraqê jî kir û daxwaz kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û got: "Pêwîst e hikûmeta Iraqê wekî welatekî xwedî serwerî tevbigere, daku sînorekî ji bo van destdirêjiyan were danîn."
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha hişyarî da ku berdewamiya vê rewşê metirsîdar e û daxwaz kir ku êrîşên "komên ji yasayê derketî" werin rawestandin, daku aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê were parastin.




