Hakan Fidan sersaxî ji Mesrûr Barzanî re xwest

Hewlêr-KDP.info: Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, ji ber şehîdbûna şeş Pêşmergeyan di êrîşeke bi mûşekên balîstîk a Îranê de, sersaxî ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xwest.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan, bi rêya telefonê peywendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê hevxemiya xwe û Tirkiyeyê ji ber şehîdbûna şeş Pêşmergeyan di encama êrîşa bi mûşekan a balîstîk a Îranê li ser Hêzên Pêşmergeyan de gihand Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sersaxî jê re xwest.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê herwesa ji bo Pêşmergeyên birîndar jî daxwaza çarebûneke bilez kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve spasiya peywendî û hevxemiya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê kir.




