Mesrûr Barzanî di peyama Newroz de: Hêvîdar im ev Newroz bibe destpêka qonaxeke tije aştî bo xelkê Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bi boneya Cejna Newrozê û Sersala nû ya Kurdî, pîrozbahiyê li hemû Kurdistaniyan dike û dibêje: 'Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku em ê hemû şiyanên xwe ji bo parastina Kurdistanê û dûrxistina wê ji her metirsiyekê bikar bînin.'
Naveroka Peyama Mesrûr Barzanî:
Bi helkefta hatina cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî ya 2726 an pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî hemû Kurdistaniyan, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlehiya navxwe û malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan dikim û hêviya şadî û tenduristiyê ji bo wan dixwazim.
Cejna Newrozê ji bo gelê Kurdistanê, sembola serkeftin, azadî, rûbirûbûna zordaran, hatina biharê û destpêkirina jiyaneke nû ye. Hêvîdar im ev Newroz bibe destpêka qonaxeke tijî ji aştî û asûdehî di jiyana xelkê Kurdistanê de û bibe sedema bidawî hatina şer û naxweşiyan li navçeyê û cîhanê bi giştî.
Spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê dikim ku mixabin ji ber êrîşên neheq û terorîstî yên hêz û milîsên derveyî yasayê, Herêma Kurdistanê û jiyana welatiyan rûbirûyî rewşeke nexwestî bûye. Li vir em xelkê Kurdistanê dilniya dikin ku em ê hemû şiyanên xwe bixin ger ji bo parastina Kurdistanê û dûrxistina wê ji her metirsiyekê. Spasiya hêzên ewlehiya navxwe, hêzên hevpeymanan, aliyên peywendîdar û fermangehên xizmetguzariyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ji bo hewl, mandûbûn û bicîhanîna erkên wan bi şiyan û jêhatîbûnê.
Hêvîdar im ev rewşa dijwar di demeke nêzîk de bi dawî bibe û Herêma Kurdistanê wek her car di pêşkeftin, geşepêdan û avadaniyê de berdewam be.
Cejna Newrozê li we hemûyan pîroz be û her di xweşî, tebayî û tenahiyê de bijîn.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
2026/3/20




