Serokê Hikûmetê û Serokê Komîteya Karên Derve li Encpmena Nûnerên Amerîka rewşa deverê gotûbêj dikin

Hewlêr-KDP.info: îro (Pêncşem, 19ê Adara 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Kongirêsê û Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Encpmena Nûnerên Amerîkayê Brian Mast pêşketinên vê dawiyê yên Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn nîqaş kirin.
Her du alî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyan û pêşxistina alîkarî û hevahengiya dualî ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan hevnerîn bûn.




