9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Cejna Remezana Pîroz

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de cejna Remezanê li Misilmanan pîroz kir û got: Di vê rewşa hestyar de, ku devera me di nav alozî û xeteriyên şer re derbaz dibe, erkê hemiyan e ku bi berpirsiyariya dîrokî û neteweyî ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna qebxwaziyan bixebitin.

Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Bi helkefta hatina Cejna Remezana Pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Bi taybetî pîrozbahiyê li malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan dikim û hêvîdar im ku ev cejn ji bo me hemûyan bibe cihê aramî, bextewerî û serfiraziyê.

Bila wate û peyamên bilind ên vê cejnê yên li ser lêborîn, gerdenazadî û aştiyê, bibin fersendeke nû ji bo xurtkirina lihevhatin û pêkvejiyanê. Di vê rewşa hestiyar de ku herêma me di nava tevlihevî û metirsiyên şer re derbas dibe, erkê her kesî ye ku ji bo parastina kiyana Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna astengiyan, bi berpirsiyariya dîrokî û niştimaniyê ve bixebite.

Em bi hêvî û geşbîniyê li paşerojê dinêrin û em bawer in ku gelê Kurdistanê bi berxwedan û yekdengiyê, dê vê qonaxa zehmet jî derbas bike. Hêvîdar im ji bo her kesî cejna xêr û bexteweriyê be.

Cejna we pîroz be, hemû salek bi xweşî be.



Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19/03/2026

Nûçeyên têkildar