Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bi telefonê axivîn

Hewlêr-KDP.info: Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de eşkere kir ku, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê bi rêya telefonê axivîn û herduyan tekezî li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiya ji bo aştî, ewlehî û tenahiya deverê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku, danûstandinên bi hikûmeta federal re berdewam in. Herwesa tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî erkdar kiriye ku, hêsankarî ji bo hinardekirina petrolê pêxemetî berjewendiya xelkî di vê rewşa dijwar de bê kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got: Em dê tiştê ku ji bo berjewendiya giştî pêdivî be bikin. Herwesa bang li Amerîkayê jî kir ku, rola xwe ya çavdêriyê ji bo danûstandinên di navbera Hewler û Bexdayê de li ser mijara gumrik û dorpêça bazirganiyê bidomînin.
Her du aliyan pêşxistina alîkarî û hevahengiyên berdewam di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê de ji bo parastina aştî, ewlehî û aramiya deverê tekez kir.




