Mesrûr Barzanî li ser êrişên mûşek û dronan daxuyanî da

Hewlêr-KDP.info– îro (Sêşem, 17ê Adara 2026ê) Komîteya Ewlehiyê û Krîzan a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Hewlêrê civiya.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî temambûna wê civînê konferanseke rojnamevanî li ser alozî û pêşveçûnên vê dawiyê yên deverê li dar xist û behsa rewşa ewlehiyê ya deverê û êrişên li ser Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hêzên Pêşmerge, Asayîş, polîs û hemî hêzên ewlehiyê kir ji ber şevên wan ên bêxew di parastina tenahiya Herêma Kurdistanê de.
Amaje jî da ku, dever di rewşeke hestyar re derbaz dibe, lê Herêma Kurdistanê ne parek ji van pevçûnan e û li ser ewlehiya tu welatekî cîran jî ne gef e.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa bal kişand ser êrişên bi mûşek û dronan ên ku vê dawiyê li ser Herêma Kurdistanê zêde bûne û bi tundî şermezar kirin û ragihand: Em bang li civaka navneteweyî û bi taybetî hikûmeta federal dikin ku rêyê li wan hêz û komên neqanûnî bigirin, Ji ber ku parek ji wan mûçexurên hikûmeta federal in û ji aliyê wan ve tên pirçekdkirin.
Mesrûr Barzanî derbarê hinartina petrolê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê jî got: Em ducare dikin ku Herêma Kurdistanê li gel wê yekê ye ku petrol were hinartin."




