9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyamek ji Serok Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî daxwaz ji hikûmeta federal a Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bicivin û bigihên rêkeftinê.

Naveroka Peyama Serok Barzanî:

“Di vê demê de ku li herêma me şer û aloziyeke zêde heye, Îraq di bin gefa krîzên curbicur de ye û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de jî zêde bûne.

Ez daxwazê ji hikûmeta Îraqê ya federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û astengiyan bi hev re bicivin û bigihên rêkeftinê.

Her wiha divê rê li ber wan kesên keysperest were girtin ku dixwazin krîz û pirsgirêkan kûrtir bikin.”

 

Mesûd Barzanî

16ê Adarê 2026

Nûçeyên têkildar