9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî: Peymana 11ê Adarê destkeftiyeke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; “Peymana 11ê Adarê destkeftiyeke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû.”

Naveroka Peyama Mesrûr Barzanî:

Rêkeftina 11ê Adara 1970an destkeftiyeke dîrokî û pirbuha şoreşa mezin ya Îlonê bi Rêberatiya Rêberê nîştimanî Barzaniyê Nemir bû.
Di vê bîranîna han ya girîng de, tekez li ser berevanî kirin ji maf û destkeftên nîştimanî yên gelê Kurdistanê û parastina pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê dikin.


Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
11.03.2026

Nûçeyên têkildar