9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Fistîvala werzişî ya dibistanên Amêdiyê bi Dumahî hat

Çavkanî: KDP.info

Amêdiyê-KDP.info/ Piştî pişkdariya sercem dibistanên sînorê perwerda qeza Amîdiyê fistîvala werzişî ya yariyên meydanî bi amadebûna (Hisên Xalid ) qaymeqamê qeza Amêdî û (Ferîq Faruq) berpirsê liqê 18 (Luqman Yasîn) rêveberê perwerda qeza Amêdiyê û jimareka zora mamostên hejîkeryên yariyên meydanî, bidumahî hat.

Desthel Seîd yek ji çavdîrên fistîvalê bo KDP.info diyarkir ku, liser astê dibistanên bineretî yên keçan yekê heta şeşê qutabixana qediş bo serkeftiya yekî û qutabiya qutabixana qedş Dilvîn Ehmed bo qaremana meydanê,û li heftî ta nehê qutabixana fîdral bi rêza yekî hat û qutabî Amed Nureddîn ji qutabixana hizir baş bu qaremana meydanê.

 

Li serastê qutabixanên bineretî yên kuran qutabixana nemiran bi rêza yekê hat û qutabiyê qutabixana roj Sefîn nesrulla bo qaremanê meydanê.

Li ser astê amadeyên kuran û keçan amadeya dêreluk ya kuran bo derçuya yekê û qutabî Îsmayl Xelîl li amadeya Dêrelok bo qaremanê meydanî wamadeya rîbar ya keçan bo serkeftiya yekê û sê qutabî Jiwana Sîlaf Îbirahîm, Efsane Welîd û Şeyda Macid bûne qaremanên meydanê.

 

Nûçeyên têkildar