Serok Barzanî: Min rêz ji bo rol û qurbanîdanên jinên Kurdistanê heye

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) ,Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir.
Naveroka Peyama Serok Barzanî
Bi helkefta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, ez pîrozbahiyê li jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Min rêz ji bo rol û qurbanîdanên jinên Kurdistanê heye ku her tim pareke sereke ya têkoşîn û berxwedana gelê me bûne û giraniya şoreşê û qurbanîdanê li ser milên wan bûye. Di vê helekftê de, ez daxwaza bextewerî, serfirazî û serkeftinê ji bo hemî jinên Kurdistanê dikim.




