9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bi Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk re civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Roja înê, 6ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Mazlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa Rojava û her wiha bicîhanîna peymana navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê û geşedanên dawî yên li Sûriyê hatin kirin.

Di wê civînê de Serok Barzanî daxwaz kir ku her du alî pabendî bicîhanîna xalên wê peymanê bin û her wiha hevahengî di navbera hemû aliyan de hebe, da ku di qonaxên bê û di destûrê de mafên gelê Kurd li Sûriyê parastî bin û werin çespandin.

Nûçeyên têkildar