Serokê Herêma Kurdistanê: Li ser Sûriyeyê nêrîna me û Fransayê wekî hev

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku derbarê rewşa Sûriyeyê de "nêrîna me ya hevbeş li gel Fransayê heye" û teqeziyê li ser bicihkirina rêkeftina HSD û Şamê dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Hewlêrê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê spasiya hewlên Nêçîrvan Barzanî kir ku Kurd û Şam gihîştin rêkeftinekê û got, "Em dixwazin wekî çawa li Îraqê mafên Kurdan parastî ne, li Sûriyeyê jî werin parastin."
Barrot her wiha amaje pê kir ku "Pêşmerge û hêzên Fransayê bi hev re li dijî terorê şer kir û dê hevkariya me berdewam bike."
Jan-Noel Barrot spasiya hewlên Nêçîrvan Barzanî kir ku Kurd û Şam gihîştin rêkeftinekê û got, "Em dixwazin wekî çawa li Îraqê mafên Kurdan parastî ne, li Sûriyeyê jî werin parastin."




