9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Hikûmetê daxwaz dike Herêma Kurdistanê wek endamekî beşdar li rêxistina UNESCO bê wergirtin

Çavkanî: KDP.info

Dubey-KDP.info: îro 4ê Sibatê , Serokwezîr Mesrûr Barzanî li perawîza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, ligel Rêveberê Giştî yê nû yê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Khaled el-Anany hevdîtinek pêk anî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Khaled el-Anany kir ji bo destbikarkirina wî di posta nû de û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest.
Rêveberê Giştî yê UNESCOyê di civînê de, behsa projeyên rêxistinê yên ji bo parastin û nûjenkirina şûnwarên dîrokî kir. El-Anany bi taybetî bal kişand ser projeya nûjenkirina Qelaya Hewlêrê û ew wekî şûnwareke dîrokî û dêrîn a giring a cîhanê wesif kir.
Di mijareke dina hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku Herêma Kurdistanê wekî "endameke beşdar" di nava rêxistina UNESCOyê de cih bigire, da ku karibe hîn bi bandortir di projeyên çandî û zanistî de cih bigire.

Nûçeyên têkildar