Peyamek ji Serok Barzanî

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê pîrozbahî li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê kir, ji bo rêkeftina wan a nû û destnîşan kir ku "diyalog û aştî riya rast e ji bo çareserkirina kêşeyan".
Naveroka Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Em pêşwaziyê li rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyê û (HSD) de dikin û li her du aliyan pîroz dikin. Em hêvîdar in ku ew rêkeftin berdewam û serkeftî be. Em her dem di wê baweriyê de ne ku diyalog û aştî rêya rast e ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan.
Em hêvîdar in ku êdî êş û azarên gelê Kurd li Sûriyê bi dawî bibin û hemû alî bi aştî, azadî û aramiyê li Sûriyê şad bibin.
Mesûd Barzanî
30.01.2026




