Korekê matemînî bo sê şehîdên pêşmerge hate gêran

Şingal-KDPinfo/ Duhî pênç sal liser tîrorkirina 14 pêşmergehên hêza kumando ve burît ewa li rêkeftî ( 14 / 4/ 2008 ) ê li gundê Rehmanî ye û nahiya Rebîye li qeza Şingalê hatî ye encamdan .
Duhî li demjmêr 4 ê êvarê rê u resmekê matemînî bo sê ji wan şehîdan (şehîd Geliyar Enwer Şuru û şehîd Wehîd Remezan Mihmd û şehîd Kamîran Ebdulrehman Duskî ) li hula helkeftên tenahî hate encamdan.
Bi berhevbûna rêzdar dr. Hemîd Bavî endam perlemanê Iraqa fîdral û niwênerê qayimqamê qeza Sêmêlê hêja Ismayl Hacanî û berpirsê lîjna nawca Sêmêlê hêja Yusif Sebirî û niwênerê lîjna nawça tenahî hêja Sibah Xelef û nuwênerê lijna nawça feydiyê û berpirsê lijna nawça berxudan hêja Diyar Fetah gulî û bajêrvaniya tenahî û rêkxirawên hîzbî û cemawerî û dam û dezgayên dîtirên deverê û malbat û kes û karên şehîdan û rîspî û piyaw maqîlên bajêrkê tenahî.
Hekar Mihmedemîn berpirsê senterê tenahî yê rewşenbîrî bo KDP.info diyarkir, "Me bferdît em evî korê matemînî bo evan her sê şehêdên hêja komando bigîrîn daku rol û xebata wan nehête jibîrkirin û ev rê û resme bo mawê ( 2 ) demjmêran dirêje hebû ku têda peyvek jilayê nuwênerê herêmdarê qeza sêmêlê ve hate xwand û paşan peyva kes û karên şehîdên serberz û dîfda çendîn hozan û helbestên neteweyî jilayê hozanvanê berniyas (Birhan Zêbarî ) ve hatine xwandin û paşan kurtiyek ji jiyana hersê ciwanemergan hate xwandin û filmekê dîkumêntî hate pêşkêşkirin ku pêk hatbû ji wêneyên şehîdan û kurte filmekê şehîdibûna wan.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)