9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nûrî Malikî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî , bi rêya telefonê pîrozbahî li Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî kir, ku ji bo posta Serokwezîriya Iraqê hatiye berbijarkirin.
Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nûrî Malikî kir û daxwaza serkeftinê ji wî re kir, pêxemetî destpêkirina qonaxeka nû ji bo xizmetkirina hemî welatiyên Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê û rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar