9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bi Serokomarê Azerbaycanê re civiya

Çavkanî: KDP.info

Davos-KDP.info:: Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Eliyêv, îro 20ê Çileyê li bajarê Davos ê Swîsreyê hevdîtinek pêk anî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî X derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û got: “Me ligel birêz Îlham Eliyêv guftûgo kir û em li ser giringiya xurtkirina peywendiyên dualî, bi taybetî di warên veberhênan û bazirganiyê de hevnerîn bûn.”
Mesrûr Barzanî her wiha destnîşan kir, di civînê de wan rewşa giştî ya Rojhilata Navîn nirxandiye û got: “Me pêşhatên li Sûriyeyê gotûbêj kirin. Min nîgeraniyên xwe yên li ser şer û rageşiya leşkerî ya li wî welatî anîn ziman.”
Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser giringiya aramiyê û dîtina rêyên aştiyane ji bo çareserkirina krîzên herêmî kir.

Nûçeyên têkildar