9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî çareserkirina arêşeyên ligel Bexdayê li ser bingeha destûrê tekez kir

Çavkanî: KDP.info

Hawler-KDP.info: îro (Yekşem, 11.01.2026), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî kir.

Di wê civînê de, li ser rola çalak a Parlamentoya Iraqê di warê danana qanûnan, çavdêrîkirin û berevanîkirina ji mafên hemî welatî û pêkhateyên Iraqê de jî danûstandin hatin kirin.

Tevî diyarkirina piştgiriyê ji bo Parlamentoya Iraqê wekî desthilata danana qanûnan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê girîngiya çareserkirina arêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê û peymanan û rêzgirtina li qewareya federalî û destûrî ya Herêma Kurdistanê jî tekez kir.

Nûçeyên têkildar