9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Nûnerê Trump rewşa Helebê nirxand

Çavkanî: KDP.info

Hawler-KDP.info: Êvara roja Îniyê, 09.01.2026an, di navbera Serok Mesûd Barzanî û birêz Tom Barrack, Nûnerê Taybetî yê Serok Trump ji bo Karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîka li Tirkiyeyê, peywendiyeke telefoniyê encam dan.

Di wê peywendiya telefoniyê de, li ser rewşa siyasî ya herêmê û Sûriyê, pêşketinên dawî û alozîyên li Sûriyê û bajarê Helebê, danustandina bîr û ramanan kirin. Di heman peywendiya telefoniyê de, her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîst e hemû hewl bêne dayîn ji bo ku alozî û tengasî nemînin, rewş normal bibe û ji bo bidestxistina ewlehî, aramî û aştiyê jî gavên ciddî bêne avêtin.

Nûçeyên têkildar