Mesrûr Barzanî: Bûyerên Helebê û bi hedefkirina Kurdan, desthilata Şamê û wijdana civaka navnetewî dikeve bin pirsyarê

Hawler-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek derbarê bûyerên Helebê û hedefkirina Kurdan de belav kir.
Îro 08.01.2026ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û dibêje: ‘’Bûyerên Helebê û bi armanckirin û hedefkirina Kurdan ji bo guhertina demografîk a navçeyê û avakirina metirsiyê li ser jiyana hemwelatiyên sivîl, desthilata Şamê û wijdana civaka navnetewî dixe bin pirsyarê.’’
Serokê hikûmetê ragehand: ‘’Şer û tundî çareseriya bingehîn a ti pirsgirêkê ava nake, ti bahane û hincetek nabe rê ji paqijkirina nijadî û etnîkî re bê dayîn. Êrîşkirina taxên Kurdan ên li Helebê em bi awayekî kûr nîgeranin û fikar di me de avakirine.’’
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragehand: ‘’Hêvîdarim hemû alî xwe di berçav de derbas bikin û jiyana hemwelatiyan biparêzin, ji bo çareseriya pirsgirêkan jî serî li dîalog û gotûbêjê bidin. Herwaha hêvîdarim sîstema hikûmraniya naha ya Sûriyê, li berpirsyartiyekî desthilata demokratîk û hemû aliyên xelkê Sûriyê li nav xwe de bihewîne be.’’




