9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî Pîrozbahiyê li Serokê Nû yê Encûmena Nûneran a Iraqê û Herdu Cîgirên Wî Kir

Çavkanî: KDP.info

‎‏Hewlêr-KDP.info: Êvara roja 30.12.2025an, Serok Mesûd Barzanî li ser tora civakî ya X, pîrozbahiyê li serokê nû yê Encûmena Nûneran a Iraqê û herdu cîgirên wî kir, bi boneya hilbijartina wan wekî desteya nû ya serokayetiya Encûmena Nûneran a Iraqê.

‎‏Naveroka Peyama Serok Barzanî:

‎‏Pîrozbahiyê li hilbijartina desteya nû ya serokayetiya Encûmena Nûneran a Iraqê dikim, li birêzan Heybet Helbûsî Serokê Encûmena Nûneran, Ednan Feyhan Cîgirê Yekem û Ferhad Etrûşî Cîgirê Duyem ê Encûmena Nûneran û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.

‎‏Hêvîdar im hilbijartina desteya nû ya serokayetiya Encûmena Nûneran, pengavek be di berjewendiya welatiyan de û ji bo çareserkirina kêşeyan û pêkanîna birayetî û lihevhatina di navbera hemû pêkhatên Iraqê de.

Nûçeyên têkildar