Serokê Herêma Kurdistanê Pîrozbahiyê li Cîgirê Duyem ê Serokê Encûmena Nûneran Kir

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Ferhad Etrûşî dike, ku bûye Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê.
Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Bi boneya hilbijartina Cîgirê Duyem ê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê ya federal, bi germî pîrozbahiyê li birêz Ferhad Etrûşî dikim û hêviya serkeftinê jê re dixwazim.
Hêvîdar in cenabê wî bi awayekî herî baş rol û erka xwe di Desteya Serokayetiya Encûmenê û birêveçûna pêvajoya yasadanînê de bibîne, bi awayekî ku di xizmeta hemû pêkhatên Iraqê de be.
Em çaverê ne ku hebûna cenabê wî di wê postê de, bibe hander û teşwîqek ji bo xurtkirina ruhê hevkariyê û bihevre karkirina di navbera fraksiyonên cuda de û ji bo serxistina karê parlamenteriyê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30.12.2025




