9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

þSerok Barzanî pêşwaziyê li Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê dike

Çavkanî: KDP.info

‎‏Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemiyê, 23yê Kanûna Yekem a 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Muhammed El-Hassan, Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Nûnertiya UNAMI li Iraqê kir.

‎‏Di hevdîtinê de, Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Nûnertiya UNAMI li Iraqê bi boneya bidawîbûna erkê xwe û bi mebesta xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû û spasiyên xwe ji bo piştgiriya berdewam a Serok Barzanî ya ji bo serkeftin û pêşketina erkên wî li Iraqê nîşan da.

‎‏Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya nûnertiya taybetî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî kir ji bo wan hewldanên ku dane bi mebesta rûbirûbûna astengiyan li Iraqê û piştgiriya wan ji bo serkeftina pêvajoya siyasî û hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê û pêkhateyên Iraqê de ji bo dabînkirina aramî û xweşguzeraniyê ji bo gelên Iraqê. Herwiha hêviya serkeftinê ji bo wî di erka wî ya dahatû de xwest.

Nûçeyên têkildar