9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyan pîroz dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro (Pêncşem, 18.12.2025) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

Naveroka Peyama Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê :

bi helkefta cejna Rojiyên Êzî

Bi helkefta cejna Rojiyên Êzî, ez gerimtirîn pîrozbahiyan arasteyî xûşk û birayên Êzîdî li Kurdistanê û cîhanê dikim. Ez hîvîdar im bi xêr û xweşî rojên cejnê biborînin.

Di vê helkeftê da, em dîsa xûşk û birayên Êzîdî piştrast dikin ku em wekî herdem dê li ser piştevaniya maf û daxwaziyên wan û bihêzkirina kiltûrê pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê berdewam bin.

Cejna Rojiyên Êzî pîroz be û her di xêr û xweşiyan da bin.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

18.12.2025

Nûçeyên têkildar