9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ragihandinek ji Baregayê Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Baregayê Barzanî li ser alîkariyên rêxistinan û welatiyên Kurdistanê ji bo lêqewimiyên lehiya Çemçemalê û derdora wê daxuyaniyek weşand û tê de got: “Ev mînakeka bilind a hevxemî û hevdengiya neteweyî û niştîmanî ya di navbera Kurdistaniyan de ye û hejî rêzgirtineka zêde ye.”

Naveroka Daxuyaniya Baregayê Barzanî:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Piştî barîna baranan û rûdana lehiyan li devera Çemçemalê û derdora wê, rêxistinan, welatiyan û xelkê Kurdistanê bi giştî û li deverên cuda cuda yên Kurdistanê bi rengekê berfireh alîkariya lêqewimî û zirardîtiyên wê rûdanê kir.

Em li vê derê spasiya wan hemiyan dikin ên ku alîkarî gihandine lêqewimî û zirardîtiyên wê lehiyê. Ev mînakeka bilind a hevxemî û hevdengiya neteweyî û niştîmanî ya di navbera Kurdistaniyan de ye û hejî rêzgirtineka zêde ye.

Em daxwaza tenahî û silametiyê ji welatiyên xweşevî yên Kurdistanê re dikin.

Baregayê Barzanî

18ê Berçileya 2025ê

Nûçeyên têkildar