9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwaziya qehremanê Kurd Badîn Heso kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro (Çarşem, 17.12.2025) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya qehremanê Kurd Badîn Idrîs Heso kir, ku vê dawiyê di Qehremaniya Boksîngê ya Parzemîna Asyayê de, ku li welatê Albanyayê hat lidarxistin, pileya yekê bi dest xist.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li wî kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo werziş û werzişvanên Kurdistanê tekez kir.
Ji bo pêşwazî û piştgiriya wî, Badîn Heso spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Nûçeyên têkildar