9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî ji bo xelata FIFAyê pîrozbahî li xelkê Zaxo û Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî bi rêya telefonê pîrozbahî li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kir, bi boneya ku handerên Yaneya Zaxoyê xelata cîhanî ya "FIFA Fan Award" wergirtin.

Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ragihand, îro 16ê Berçileyê, Serok Barzanî peywendiyeke telefonî bi Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo re pêk aniye.

Di wê peywendiyê de, Serok Barzanî dilxweşiya xwe ji bo vê serkeftina dîrokî ya cemawerê Zaxoyê nîşan da û ev nasnavê cîhanî yê FIFAyê li tevahiya xelkê Kurdistanê bi giştî û rûniştvanên Zaxoyê bi taybetî pîroz kir.

 

Nûçeyên têkildar