Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li alîgirên Yaneya Zaxoyê dike

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî ragihandina encaman peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got: "Ez pîrozbahiyeke germ li alîgirên dilsoz ên Zaxoyê dikim bi boneya bidestxistina xelata FIFAyê. Ev serkeftineke mezin e ji bo werzîş û handeran li seranserê Kurdistan û Iraqê."
Alîgirên tîma Zaxoyê di dengdanê de ket pêşiya hevrikên xwe yên Arjantîn û Spanyayê bûn alîgirên yekemîn ên Rojhilata Navîn ku vê xelatê werdigirin.




