9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Roja Duşemê, 15ê Kanûna Yekem a 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Mihemed Kazim Al Sadiq, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê, kir.

‎‏Di hevdîtinê de, ku birêz Feramerz Esedî, Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê jî amade bû, rewşa giştî ya herêmê, rewşa siyasî ya Iraqê û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.

‎‏Her di wê hevdîtinê de, têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de jî hatin nirxandin û her du aliyan tekezî li ser pêşxistina zêdetir a wan têkiliyan li ser bingeha berjewendiyên hevpar di hemû qadan de kirin.

Nûçeyên têkildar