9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Hikûmetê pêşwazî li şandeke Fransî dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 15.12.2025) ,Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Fransî ya bi serokatiya General Francois Trico, Nûnerê Bilind ê Fransayê yê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê kir.

Di civînê de pêşxistina têkiliyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê, rewşa ewlehiyê ya Iraqê û şerê li dijî gefên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Serokê Hikûmetê herwaha dibêje: "Em li ser girîngiya berdewamiya piştgiriya hêzên Pêşmerge û hevrêziya di navbera hevpeymaniya navneteweyî û Herêma Kurdistanê de ji bo şerê li dijî terorê û parastina ewlehî û aramiya herêmê li hev nêrîn bûn."

Nûçeyên têkildar