9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Baregeha Barzanî têkdan gorên Xiristiyanan bi tundî şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Baregeha Barzanî li ser destdirêjî, têkdan û şkandina gor û kêliyên goristana Xiristiyanan li Koyeyê ragihandinek parve kir.

Ragihandina Baregeha Barzanî:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Em kiryara nerewa ya têkdan û şêwandina gor û kêliyên goristana Xiristiyanan gelek bi tundî şermezar dikin, ku li roja 3ê Berçileya 2025ê li Koyeyê qewimî.

Ev kiryareka nerewa ye û dûrî erf û edet û çanda pêkvejiyan, biratî û yekîtîya gelê me ye û herwesa ji civaka Kurdistanî re xerîb e.
Divê aliyên peywendîdar bi zûtirîn dem bikerên vê kiryara çepel peyda bikin û wan bidin dadgehê, herwesa divê rêyê li kiryarên bi vî rengî û her kiryarekê bigire ku çanda pêkvejiyan, aştî û yekîtîya gelê Kurdistanê dike armanc.

Bargeha Barzanî
4ê Berçileya 2025ê

Nûçeyên têkildar