9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser encam û karvedanên serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Naveroka Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê :

"Serdana dîrokî ya Serok Barzanî ya parêzgeha Şirnexê û herêma Cizîrê, beşdariya wî ya di Sempozyuma Melayê Cizîrî de, nîşandana piştgiriya wî ya ji bo pêvajoya aştiyê û ew pêşwaziya germ a ku ji aliyê sazî û dezgehên fermî yên hikûmetê û xelkê herêmê ve li wî hat kirin, cihê spasî û pêzanînê ye.

Lê belê paşê hinek şîrove û xwendinên cuda, nexwestî û dûrî mebestê derketin holê ku bûn sedema dilgiraniyê.

Ya girîng ew e ku di pêwendiyên Komara Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de serdemeke bêhempa heye.
Pêvajoya aştiyê jî gaveke rast e di çareserkirina pirseke girîng û hestyar de. Em destxweşiyê li hikûmet û partiyên desthilatdar ên Tirkiyeyê û hemû aliyan dikin ku rola wan a bibandor di bipêşvebirina aştî û aramiyê de li Tirkiye û herêmê hebûye. Em pêwîst dibînin ku hemû alî bi hevkariya hev hewl bidin wan dilgiraniyan birevînin û tekezî li ser kûrkirina pêwendiyan, pêkanîna aştiyê, parastina berjewendiyên me yên hevbeş û aramiya herêmê bikin."

Nûçeyên têkildar